IDF: Me 7 Terorîstên Hizbullahê li Başûrê Libnanê Kuştin

Dûman ji Nebetîya başûrê Libnanê bilind dibe, ku Îsraîl bersiva êrîşên Hizbullahê dide, Hezîran 12, 2026.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) dibêje ku wan li başûrê Libnanê 7 endamên koma çekdar Hizbullahê, ku di rêyek binerdê de dixebitîn, kuştin.

IDF'ê li ser X'ê got: "Li gorî agahdarîyên hatine bidestxistin, ev rêya binerdê ji alîyê endamên Hizbullahê ve ji bo veşartin û hilanîna cebilxane, guleyên topan, roket û pêdivîyên xwarinê hatibû bikaranîn, da ku piştgirîyê bidin êrîşên li dijî leşkerên IDF'ê li herêmê."

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku piştî operasyonê û kuştina wan çekdarên Hizbullahê, li cem terorîstan çend çekên Kalaşinkov û amûrên leşkerî hatin dîtin û desteserkirin."

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Libnanê Joseph Aoun roja Şemîyê hişyarî da li ser girîngîya qonaxa ku Libnan tê re derbas dibe.

Wî tekez kir ku welat bi "dijwarîyeke çarenûsaz" re rû bi rû ye ku pêdivî bi bijardeya di navbera avakirina dewletek ku serweriya qanûnê bicîh tîne û çek di dest wê de bin, an jî berdewamkirina dîlgirtina ji alîyê mîlîşyayên çekdar û çanda redkirina serwerî û yasayê.

Hizbullah bi domdarî êrîşên mûşek û dronan li ser axa Îsraîlê pêk tîne. Îsraîl jî ketîye axa başûrê Libnanê û endam û bingehên Hizbullahê armanc digire.