Hêzên Berevanîya Israîlê (IDF) ragihand ku îro Şemîyê serê sibê, otombîleke leşkerî ku bi awayekî gumanbar ber bi cihên leşkerên IDF ve diçû, li nêzîkî bajarokê Tebnît yê başûrê Libnanê hate armanckirin.
Li gor daxuyanîyê, otombîl di herêmekê de diçû ku wek herêmeke "şer" hatiye diyarkirin û berê ji niştecihan hatibû valakirin.
IDF got ku agahîyên zelal hebûn ku Hizbullah dikare ji heman herêmê êrîşên agirîn li ser leşkerên Israîlî li wê herêmê pêk bînin.
Piştî ku otombîl hate tesbîtkirin û hestkirin bi metirsîya li ser leşkeran zêde bû, hêzên IDF li armancê xistin.
Di encamên destpêkê yên vekolînê de hat diyarkirin ku du efser û leşkerekî Artêşa Libnanê di nav otombîlê de bûn. IDF got ku vekolîna bûyerê hîn jî berdewam e.
Hêzên Israîlê diyar kir ku herêm hîn jî qada şerê çalak e û tevgerên li wir pêdivî bi hevrêzîya pêşîn a bi IDF re hene.
IDF di daxuyanîya xwe de bal kişand ku armanca operasyonên wan rêxistina Hizbullah e, ne Artêşa Libnanê, û got ku dersên pêwîst ji vê bûyerê werin derxistin.
Ji alîyê xwe ve, artêşa Libnanê roja Şemîyê ragihand ku "sê leşkerên wê, du efser û leşkerek, di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de ku otombîlek leşkerî li başûrê Libnanê armanc girt hatine kuştin, di demekê de ku êrîşên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên welêt zêde dibin."
Fermandarîya artêşa Libnanê di daxuyanîyekê ku di X'ê weşandîye de got ku êrîş li ser rêya Kefer Tebnît-Xerdalî li navçeya Nebetîyê pêk hatiye.
Hêjayî gotinê ye ku bi navbeynkarîya Amerîkayê danûstandinên di navber berpirsên Libnanî û Îsraîlê de çêbûne û gihiştine rêkeftinekê ku agirbest dom bike, lê du roj berê Hizbullahê pêgirîya xwe ya bi agirbestê red kir û got ku ew "Agirbesta li Libnanê napejirînin."