Libnan Dest Dide ser Rokêtên ku bi Qaçaxî ji Sûrîyê Hatine Derbaskirin

Artêşa Libnanê roja Sêşemê desteserkirina rokêtên Grad ên ku ji axa Sûrîyê bi qaçaxî hatibûn ragihand.

Di daxuyanîyeke çapemenîyê de, Artêşa Libnanê got, "Di encama çavdêrîya ewlehîyê ya berdewam a operasyonên li dijî qaçaxçîtîyê li seranserê sînorên bakur û rojhilat de, yekîneyeke artêşê li bilindahiyên 'Irsal' rokêtên Grad ên 122 mm desteser kirin ku ji axa Sûrîyê bi qaçaxî hatibûn derbvaskirin bo nav axa Libnanê."

Di daxuyanîyê de hat zêdekirin ku wesayîtek ji bo veguhestina rokêtan jî hatiye desteserkirin, û du welatiyên Libnanî, endamên tora qaçaxçîtîyê, hatine girtin. Ji bo girtina endamên mayî yên torê operasyon berdewam in.

Artêşa Libnanê herweha desteserkirina hin çek, cebilxane û alavên leşkerî tevî girtina du kesên din ragihand, û diyar kir ku tiştên hatine desteserkirin radestî rayedarên dadwerî yên têkildar hatine kirin û lêpirsîn bi herdu girtîyan re hatiye destpêkirin.

Artêşê di daxuyanîya xwe de got ku hewldan ji bo girtina kesên mayî yên têkildar berdewam dikin.