IDF: Çekdarên Metirsîdar li Libnan û Xezayê Hatin Kuştin

Îsraîl li Başûrê Libnanê, Hezîran 18, 2026.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku li herêma ewlekarîyê ya başûrê Libnanê, gelek çekdarên ku metirsîyên cidî ji bo leşkerên wê çêdikirin, di operasyonekê de hatin armanckirin.

Di peyameke din de derabrê êrîşên ser armancên li Xezayê, IDF got ku hejamreke çekdarên Hemasê hatine jinavbirin.

"Di nav kesên ku hatine kuştin de Seba'î Zahir Ebû Hesna hebû, ku wek endamê koma Nuxba ya Hemasê hatîye nasîn." Hatiye ragihandin ku ew di êrîşa 7'ê Cotmehê de beşdar bûye û di girtina ‘Omer Shem Tov’ de jî rol lîstiye.

IDF herwiha got ku Ebû Hesna "di demên dawî de madeyên teqemenî danîne û hewl daye êrîşên nû li dijî leşkerên Îsraîlê pêk bîne."

Di êrîşeke din de li bakurê Gezayê, IDF ragihand ku sê çekdarên baskê leşkerî yê Hemasê hatine kuştin. Li gorî daxuyanîyê, van kesan dixwest êrîşan li dijî hêzên IDF pêk bînin.

Li alîyekî din, medyaya Libnanê ya fermî ragihand ku du kes di êrîşeke Îsraîlê de li başûrê Libnanê hatin kuştin, tevî ku ji roja Şemîyê ve şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de kêmbûneke berbiçav dîtiye.