200 Otomobîlên Piştevanên Qezafî Derbazî Nîjer Bûn

200 Otomobîlên Piştevanên Qezafî Derbazî Nîjer Bûn

Herî kêm 200 otomobîlên hêzên ser bi Muamer Qezafî derbazî welatê Nîjer bûn.

Li gor raportên nûçeyan roja Sêşembî, otomobîlên leşkerî yên piştevanên Qezafî ber bi Niamey ya paytext diçin, piştî şeva Duşembî derbazî wî welatî bûn.

Ajansên nûçeyan li ser zimanê Wezîrê Derve yê Nîjerê radigihînin ku rêberê berê yê Lîbyayê ligel wan otomobîlan neçûye Nîjerê.

Niamey nêzîkî sînorê welatê Burkîna Faso ye. Pêş du hefîtyan, karbidestên Burkîna Faso got ku ew amade ne mafê penaberîyê bidin Qezafî.