Li Londonê Kesekî ku bi Kêrê Êrîşî Cihûyan Kiribû Hat Girtin

Desthilatên Brîtanyayê îro Çarşemê ragihand ku wan li bakurê Londonê, li herêmeke ku gelek Cihû lê dijîn, mêrek ji ber êrîşa bi kêrê ya li ser du kesan desteser kir.

Rêxistina Cihû ya bi navê Shormim li ser X’ê ragihand ku li taxa Golders Green, mêrek dema bi kêrê baz dida û hewl dida êrîşî welatîyên Cihû bike hatiye dîtin, berî ku polîs wî bigirin.

Rêxistinê herwiha got ku polîsan ji bo rawestandina wî êrîşkarî çekê elektrîkî bikar anîye. Polîsê Londonê hîn ti daxuyanî derbarê bûyerê nedane. Heta niha nasnameya êrîşkar nehatiye eşkerekirin.

Rêxistina Shormim diyar kir ku herdu kesên bi kêrê birîndar bûne, niha tên dermankirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer li ser platforma X'ê ev êrîş şermezar kir.

"Êrîşên li ser civaka me ya Cihû êrîş in li ser Brîtanyayê," Starmer got.

Di nav meha dawî de, polîsê Londonê zêdetirî 24 kes di çarçoveya lêpirsînên li ser êrîşên dijî cihên Cihûyan de girtin. Di nav van êrîşan de şewitandina ambûlansan û hewildanên şewitandina kinêştekan jî hene.