Lêkolîneke Nû: Terorîzm û Gurên bi Tenê

Lêkolînek Nû: Bikaranîna Navê “Gurê Bi Tenê” Bo Terorîstên Take Kes Encamên Berwajî Hene

Gotina “gurê bi tenê” wê bûye peyvek naskirî, ji wê demê ve ku gefên terorê ji êrîşên mezin bo êrîşên take kesî hatine guherîn; kesên wek xuya bi serê xwe bûne tundrê.

Lê raporteke nû dide zanîn ku destewaja gurê bi tenê gelek şaşrêkir e û heya dikane di şerê terorê de encamên berewajî jî hebe.

Di nav salên dawî de bi dehan êrîş li seranserî cîhanê ji alîyê take kesan ve hatine encam dan.

Di nav wan de: di meha sê sala 2017'an de kesek ku bi bawirên Îslamî hatibû handan, bi otomobîlê û kêran êrîşek li ser pira Westminster li London pêk anî; sê mehan piştî hinge, kesekî gelek rastgir li derveyê mizgeftekê otomobîla xwe ajot ser nimêjkeran li heman bajarî.

Di Cotmeha sala 2017'an, Stephen Paddock gule berdan ser girseyekê beşdarî festîvala muzîkê li Las Vegas ku tê de 58 kes hatin kuştin.

Ew êrîş hemî ji hêla sîyasetvanan û dezgehên ragihandinê ve wek terorîzma gurê bi tenê anku êrîşvanên bi serê xwe hatin nasandin.

Şehrezayê pirsên terorê Paul Gill ji Zanîngeha London College, yek ji nivîskarên vê raporta herî dawî ye.

Ew dibêje ku kesekî bi serê xwe û di boşayîyê de nabe tundrê.

“Ew yek piranî bi rêka têkîlîyên bi kesên din re- çi rû bi rû yan çi li ser înternetê- çêdibe. Nêzîk şest ji sedê wan kesan ji dost û endamên malbatên xwe re dibêjin ka wan çi plan hene.”

Gill herwiha dibêje ku navê gur ku bi hişyarî tevdigere bo wan kesan ne di cihê xwe de ye, jiber ku hejmareke zaf ji wan gelek şaşîyên operasyonî dikin.

“Piranî beşa zaf ya tundrêbûnê li ser tora înternetê çêdibe û kompanîyayên medya civakî divê babetên wek vîdeoyên çêkirina bombeyan bi leztir li ber destan rakin.”