Lubnan Daxwaza Weberhênan û Karsaziyê ji Îtalya Dike

Saad Hariri serok hikûmetê Lubnanê

Serokwexzîrê Lubnanê Pêncşemê daxwaz ji hevpîşeyê xwe yê Îtalî kir da ku Îtaliya sermayê xwe li Lubanê razêne û weberhênan û karsaziyê encam bide, di demekî de ku Lubnan rastî rewşek aborî aloz hatiye.

Giuseppe Conte serok hikûmetê Îtalya bi seredanekê roja Pêncşemê li Lubanê bû, hevpîşeyê wî yê Lubanî, Saad Harîrî daxwaz jê kir ku Îtalya karsaziya xwe li Lubnanê zêde bike û got "dema bihê li Lubanê dema kar û gelek firsendên weberhênan û karsaziyê ye".

Conte, yekemîn berpirsê biyanîye seredana Lubanê dike, piştî ku li hefteya burî hikûmeta Lubnanî hat avakirin û Saad Harîrî weke serokê hikûmetê hat destnîşan kirin, piştî nêzî 9 mehan ji hilbijartinan li wî welatî avakirina hikûmetê paş ket bû.

Wek tê zanîn sala 2017an Lubnanê peymanek ligel şerîketa Total ya Fransî, ENI ya Îtalî û Novatek ya Rûsîîmze îmze kir bû, da ku ew welat bikarin li 10 ciyan di ava derya Spî ya Naverast de li petrol bigerin û ji wan herêmeke bi nakok ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de.

Ji hejî bîr xistinê ye ku, di vê hefteyê de serok hikûmetê Îtalya seredana Îraqê jî kir bû ligel serokomar û serok hikûmetê Îraqê civîn encam dabûn.