Artêşa Lubnanê bi Bombeyên Gazê Bersivsa Artêşa Îsraîlê ya li Ser Sînor Dide

Lebanon

QAHÎRE - Roja Şemiyê li gor ajansa Reuters artêşa Lubnanê bombeyên gaza rondikrêj avêtine artêşa îsraîlê ya li ser sînor weke bersivdanek bo êrîa bombeyên gazî yên leşkerên Îsraîlê ku li herêma Bastra ya li başûrê Lubnanê pêkanî bû.

Artêşa Lubnanê daxuyaniyek derbarê bûyer weşand û dibêje, piştî ku "hêzên dojmin" li ser "Hêla Şîn" ya di navbera leşkerê Îsraîlê û Hizbullahê de alozî derxistin me bersiv da.

Daxuyanî dibêje, piştî ku leşkerê Îsraîlê bombeyên gaz û dûmanê avêtine aliyê sînor, leşkerê wan jî bersiv daye û bombeyên gaza rondikrêj avêtine leşkerê Îsraîlê, li herêma Bastra ya başûrê Lubnanê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di bûyerê de ti ziyanek madî çê nebûye.

Ev saleke alozî li herêma "Hêla Şîn" di navbera Îsraîl û Lubnanê de dom dikin û gefek li ser tenhaiya li herêmê heye piştî biryara "1701" ya ku Civata Ewlekariya Navnetewî bo wê herêma nakokbar derxistî.

Pir caran alozî di navbera her du aliyan de derketine lê ne gihaye asta pevçûnên rasterast.

Jiber gef û şeredeva her du aliyan, niha ji her demê zêdetir rewş ber bi alozbûn û pevçûnan ve diçe yan jî rûdana rewşeke weke ya şerê sala 2006ê.

Jêder: Reuters