Gundê Luheyban ya li Herama Kurdistanê ji Destê DAIŞ'ê Hatiye Rizgar Kirin

Pêşmergeyên Kurd piştî êrîş'ê DAIŞ'ê gundekî kirine heremê kontrol dikin.(Arşîv)

Ajansa Nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hêzên Îraqê û Pêşmergeyên Kurd îro Duşemê kontrola gundê Luheyban ji destê çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar kirine.

Çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) roja berê êrîşê gundê Luheyban kiribûn û kontrola gund bi dest xistibûn.

Reutersê ev agahî ji zarên ewlekarî û polîsan ragihand.

Heman çavkanîyan dîar kirin ku hêzên wezareta navxwe ya Îraqê û pêşmerge yên Kurd serê sibeha ya îro serketine ku kontrola gundê Luheyban jinûve bi dest bixin, tevî ku DAIŞ'ê li hin malan bi bombeyên teqemenî kêmîn danîbûn.

Hevdem, Reutersê ji zarê çavkanîyekî din ragihand ku çekdarên DAIŞ'ê roja Yekşemê êrîşê dijî gundê Qere Salem ya li bakurê Îraqê jî êrîşêke cuda kirine.

Di encama êrîşê dijî gundê Qere Salem de, 4 pêşmerge û welatiyekî sivîl haitne kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne.

Wezareta Pêşmerge ya Herema Kurdistana Îraqê bi daxuyanîye ragihand ku di encama êrîşê de zararên canî çêbûne, lê hejmara kuştîyan piştrast nekir.

Albayekî Pêşmergeyan da zanîn ku çekdarên DAIŞ'ê, di êrîşên bi şev yên dijî enîyên wan de, taktîkên 'lêdê û bireve' bikar tînin.

Du çavkanîyên ewlekarî yên Îraqî jî ragihandin ku hejmara hêzên Îraqê û şervanên Pêşmergeyên Kurdistanê îro li herema ku êrîş hatiye kirin, ya ku bi helîkopterên leşkerîya Îraqê çekdar dihat şopandin, hatine zêde kirin.

Her du gund jî li herêma dûr ya Îraqê cîh digirin, yên ku hem hikûmeta Îraqê ya li Bexdayê û hikûmeta herêma xweser ya bakurê Kurdistanê ya li Hewlêrê daxwaza serwerîya wê heremê dikin.

Hejayê bîr xistinê ye ku çekdarên Dewleta Îslamî dijî wê heremê êrîşên rêkûpêk pêk tînin.

Lê, ev bûyereke kêm dîtine ye ku çekdarên DAIŞ'ê navçeyek niştecihbûnê ya li nêzî rêyeke sereke kontrol dikin, otobana ku Hewlêrê bi Kerkûkê ve girê dide.

Îraqê di Berfanbara 2017'an de dijî DAIŞ'ê serkeftina xwe ragihandibû.

Tevî ku koma tundre bi giranî hatiye têk birin jî carnan li welat, bi taybet jî li bakur êrîşan pêk tîne û her wiha hebûna xwe ya sînordar li welêt, dîdomîne.