Lukashenko Dibêje Ser Êrîşa Çekdarî ya li Mînskê bi Sedan Kes Hatine Desteser Kirin

Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko roja Înê dîyar kir ku li Mînskê ser kuştina xebatkerî IT û karmendekî KGB bi sedan kes hatine desteser kirin.

Berpirsên Belarûsî didin zanîn ku karmendên KGB, zilamê 31 salî yê li hember karbidestên ewlekarîyê li ber xwe daye, kuştine.

Koma mafên mirovan ya bi navê Viasna-96 dîyar kir ku piştî êrîşa çekdarî 84 kes hatine desteser kirin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê hejmara kesên hatine desteser kirin hîn piştrast nekiriye.

Li gor ajansa Belta, ku medya dewletê ye, Lukashenko ser kuştina karmendê KGB gotiye ku ewê kuştina wî efû nekin.