Serokwezîrê Komara Demokratîk ya Kongo, Jean-Michel Sama Lukonde îro Sêşemê karvekişîna xwe ragihand.
Ofîsa seroktîya Komara Demokratîk ya Kongo ragihand ku bi vê biryara Lukonde, hikûmeta wî jî pûç bû.
Serokwezîr, hêşt roj piştî erêkirina erka wî ya wekî endamê parlamana netewî, karvekişîna xwe raberî Serok Feliks Tshisekedi kir. Li ber e ku Lukonde niha wekî parlamanter beşdarî meclîsa netewî bibe.
Lukonde, di Sibata 2021’an de, di 43 salîya xwe de bûbû serokwezîrê Komara Demokratîk ya Kongo ku bû madenan dewlemend e.
Hêjayî balkişandinê ye ku qanûna bingehîn ya Komara Demokratîk ya Kongo qedeexe dike ku parlamanter bibin wezîrên hikûmetê.
Tshisekedi, piştî ku di meha donzdeh Berfanbarê de bo cara duyê wek serok hat hilbijartin, nûnerek erkdar kir ku di parlamana natewî de hevbendîyeke piranî ava bike ku bikaribe hikûmeta nû ya welêt damezirîne.