Mustafa Balî: Divê Agirbest Mayînde Be

Şervanên HSD'ê ku di operasyonên Tirkîyê de jîyana xwe ji dest dane

Berdevikê Ragihandinê yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mustafa Balî ji VOA re ragihand ku Tirkîyê bi awayekî berdewam agirbest binpê kiriye û bû sedema kuştin û birîndarkirina şervanên wan.

"Em ji destpêkê heta niha bi agirbestê pêbend in, lê dewleta Tirk û komên cîhadî li Girêsipî û Serêkanîyê bi berdewamî êrîş tînin ser me û jimareke çervanên me şehîd û birîndar kirin."

Balî bang li civata navnetewî kir ku hewilên xwe yê dîplomatîk bidomînin ku agirbest mayînde be û hewilên dewleta Tirk ya tunekirina Kurdan were sekinandin.

Your browser doesn’t support HTML5

Mustafa_Bali_10_22_2019_RR