Marco Rubio Dibêje, Amerîka, Piştgiriyê Dide Gelê Îranê Yê Wêrek

Arşîv: Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîka

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio roja Şemiyê di peyameke kurt de li ser platforma mediya civakî X’ê piştgiriya Amerîka ji bo gelê wêrek ê Îranê dubare kir.

Roja Înê jî, malpera Wezareta Derve ya Amerîka bi zimanê Farisî li ser malpera mediya civakî X’ê çend peyam weşandin ku behsa serhildana seranserî ya li Îranê, qutkirina tevahî ya înternetê û şîdeta li ser xwepêşanderan ji aliyê Komara Îslamî ve dikirin.


Wezaretê hevxemiya xwe bi gel re parve kir, da û tekez kir ku îradeya gelê Îranê bi girtina înternetê nayê hilweşandin. Di yek ji peyaman de wiha hat gotin: "Komara Îslamî ji bo bêdengkirina dengê gelê Îranê înternêt bi tevahî girtiye, lê dengê gel bi rêya qutkirina înternêtê nayê bêdeng kirin."

Di rojên dawî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran hişyarî da rayedarên Îranî ku ger hikûmeta Îranê xwepêşanderan bikuje, ew ê gavên biavêjin û piştgiriyê bidin gelê Îranê.

Di 28ê Kanûnê de, li Tehranê û gelek bajarên din pêleke nû ya xwepêşandanan dest pê kir û li seranserê welêt belav bû, di nav hêrsa raya giştî ya li ser rêveberiya xirab û gendeliya rejîmê de, ku krîza aborî girantir kiriye û bûye sedema daketina nirxê diravê Îranê ku li hember dolar ketîye di asta herî nizm de.