Serokê Frensa îro Şemiyê got ew dê nêzîk serdana Rûsya bike ji bo axaftinên bêhtir li gel hevtayê xwe Vladimir Putin.
Macron di twîtekê de got:
“Axaftinên avakirina baweriyê, ku bi Putin re li Fort Breganon dest pê kiribûn berdewam in.
Macron mijarên ewlekariya Ewrupî, nakokiyên herêmî, û keşûhehayê anîn ziman.
Wî got:
“ Ez nêzîk diçime Rûsyayê.”
Roja Înê, Macron û Putin tevlî pêwendiyeke vîdyo bûn.
Macron bang li Ewrupa dike ku careke din hevpariya xwe ya li gel Rûsya taqî bikin û got siyaseta rikeberiya bi Rûsya re di van salên dawî de têk çû.