Serok Trump û Macron li 'Evian-les-Bains' a Frensayê Civiyan

Serok Donald Trump û Emmanuel Macron, di dema Hilcivîna G7 li Evian, navenda rojhilatê Frensayê Hezîran 15, 2026.

Roja Duşemê 15 Hezîranê, li havîngeha Évian-les-Bains, a Frensayê, di dema Hilcivîna G7 de Serokê Amerîkayê Donald Turmp û Serokê Frensayê Emmanuel Macron civîyan.

Di civînê de, Serokê Frensayê Emmanuel Macron piştgirî da rêkeftina aştiyê ya ku bi saya Serokê Amerîkayê Donald Trump di navbera Amerîka û Îranê de hat çêkirin û got ku Frensa amade ye di pêkanîna peymanê de berpirsiyariya xwe bicî bîne.

Macron di dema civîna bi Serok Trump re li Frensayê got “Em amade ne ku para xwe ya berpirsyarî ya rêkeftinê bigirin ser xwe û bibin beşek ji pabendbûna civaka navneteweyî. Ev gaveke pir girîng e ber bi aştiyê ve, lê di heman demê de ji bo aboriya cîhanî jî.”

Donald Trump rêkeftin wekî serkeftinek dîplomatîk a mezin binav kir û bal kişand ser bandorên wê yên erênî li ser bazarên cîhanî.

Li gorî Trump, piştî ragihandina rêkeftinê, Tengava Hormuzê ji nû ve ji bo keştîvaniya bazirganîya navnetewî vekirî be û bihayên petrolê dest bi daketinê kiriye.

Trump got “Ez difikirim ku gelek tiştên mezin dê niha li Rojhilata Navîn çê bibin. Petrol bi lez dadikeve û bazara borsayê wekî roketekê bilind dibe.”

Wî herwiha zêde kir û got ku "armanca sereke ew e ku Îran nikaribe bibe xwedî çekê navokî."

Trump got: “Rêkeftina ku me û Îranê çêkir dê gelek serkeftinan bîne cîhanê, ji ber ku bazara petrolê di van mehên dawî de di rewşeke ne aram de bû.”

Di pêşkeftineke din de, Trump ragihand ku Cîgirê Serok Amerîkayê, JD Vance tê payîn ku ji bo merasîma fermî ya îmzekirina peymana aştiyê biçe Cinêvê.

JD Vance, berî niha dema ku bi kenala CNBC re axivî bû got ku ew dê beşdarî merasîma îmzekirina rêkeftinê bibe û dibe ku serok Trump jî çaxê dema wî hebe ku beşdarî di Hilvîna G7 de dike, ew jî beşdarî merasîmê bibe.

Çavdêr dibêjin ku merasîma ku li Cinêvê tê plan kirin dikare bibe yek ji girîngtirîn bûyerên dîplomatîk yên salê, ku dibe qonaxeke nû di peywendiyên navbera Washington û Tehranê de dest pê bike û bandorek berfireh li ser aramiya herêmî û aboriya cîhanî bihêle.

Your browser doesn’t support HTML5

Civîna Serok Trump û Macron li 'Evian-les-Bains' a Frensayê