Macron: Fransa Wê Şerê Dijî DAIŞ’ê Bidomîne

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Pêncşemê got ku kuştina 4 leşkerên Amerîkî li Sûrîyê nîşan dide ku şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) neqedîye.

Macron dubare kir ku hêzên Fransî wê bi berdewamî li herêmê bimînin ku şerê dijî DAIŞ’ê bidomînin.

"Ragihandina hevalbendên me yên Amerîkî ya vekişînê ji Sûrîyê, divê bala me ji armanca me ya stratejîk ya têkbirina DAIŞ’ê nebe ser mijarên din," Macron di axaftina xwe ya ji hêzên çekdar re, li Toulouse got.

Macron bal kişand ser êrîşa xwekujî ya DAIŞ’ê li Minbicê, ku tê de 16 kes hatibûn kuştin û got ku mehên pêş dê pir girîng bin.

"Emê li Sûrîyê, di nav vê salê de jê rola xwe ya leşkerî ya nav koalîsyona navnetewî bidomînin," Macron got.