Macron û Le Pen Wê di 24ê Nîsanê de bo Seroktîya Fransa Pêşbazîyê Bikin

Serokomarê niha yê Fransa Emmanuel Macron û rastgira tund Marine Le Pen

Li gor encamên sereke yên gera yekê yên hilbijartinên seroktîyê yên Fransa, Serokomarê niha Emmanuel Macron û rastgira tund Marine Le Pen bi ser ketine.

Emmanuel Macron û Marine Le Pen, wê di gera duyê ya di 24ê Nîsanê de hevrikîyê bikin.

Li Fransa doh Yekşemê bo gera yekê ya hilbijartinên seroktîyê de 12 berbijêran pêşbazî kirin.

Wezareta Navxweyî ya Fransa dîyar kir ku Emmanûel Macron ji sedî 27.6 deng wergirtiye di rêza yêkê de cîh digire.

Wezaretê got ku Marîne Le Pen yê rastgira radîkal jî ji sedî 23.41’ê dengan stendiye.

Jean-Lûc Melenchon ê ku berbijarê çepgirîya radîkal bû jî, cara pêşîn ji sedî 21.95 deng wergirtiye, lê ev rêje têr nake ku ew tevlî gera duyê bibe.

Hate ragihandin ku rêjeya welatîyên Fransî yên ku ser sindoqan ku dengên xwe bi kar bînin gelek zêde bûye.

Karbidestên Fransî eşkere kirin ku di gera yekê ya hilbijartinan de 11 milyon û 892 hezar kes (ji % 25.15) neçûne ser sindoqan ku hejmara tevahîya hilbêjeran nêzî 48 milyon in.

Ev ji 2012'an vir ve , asta herî kêm ya beşdarbûna hilbijartinên Fransa ye.

538 hezar û 795 (ji % 1.14) kes jî çûne ser sindoqan lê dengê xwe nedan tu berbijarî.

Karbidestên Fransî hevdem dan zanîn ku ji sedî 74.86’ê hilbêjeran çûne ser sindoqan û wan deng dane.

Berbijarê ku di gera duyê ya di 24'ê de bi ser bikeve wê heya 13ê Gulanê bo 5 salan wek serokê Fransa yê nû were dîyar kirin.

Hejayê bîrxistinê ye ku Macron û Le Pen di hilbijartinên seroktîya Fransa yên di 2017' de jî dengên herî zêde bidest xistibûn.

Macron di gera duyê de ji sedî 66.1 ê dengan bi dest xistibû û wek serokê Fransa hatibû hilbijartin.