Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Pêncşemê got ku piştî êrîşên dawî yên îslamî, divê tixubên herêma Şengen ya Yekîtîya Ewrupa werin xurt kirin.
“Ez alîgirê jinûve pêdaçûn û avakirina Şenganê me û xurtkirina tixubên me yên hevbeş im.”
Macron, di dema seredana tixubê Fransa ya bi Îspanya re got ku ewê parastina sînorên xwe xurt bikin û hejmara polîsan jî du car pirtir bikin û bigihînin 4,800 kesan.
“Parastina xurtkirî, ji bilî gefên terorê, herwiha dê koçberîya neqanûnî ji bike armanc.
Fransa mazuvanîya civaka herî mezin ya Misilmanan li Ewrupa dike û di salên dawî de bûye armanca jimareke êrîşên terorîstî.