Rojnamevan Ertaş Serdana Barzanî ya Tirkîyê Dinirxîne

Di vê wêneya arşîvê de Serokwezîrê Tirkîyî Davutoglu û Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî xuya dibin

Serokê Herêma Kurdistane Mesûd Barzanî ku bo serdaneke fermî li Tirkîyê ye, hevdîtinên xwe didomîne.

Li ber e birêz Barzanî bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîr Ahmet Davuyglou re hevdîtinan bike.

Li ser vê serdanê, Rêvebirê Cemîyeta Rojnamevanên Azad Mehmet Alî Ertaş nêrînên xwe bi Dengê Amerîka re parve dike.

"Di vê demê de ku AKP êrîşên tund li ser gelê Kurd dimeşîne, hatina birêz Barzanî ne di berjewendîya Kurdan de ye."

Ertaş rexne li Barzanî dike ku çima bi nûnerên Kurdan, HDP hevdîtinan nake, lê bi Kurdên nav AKP civînan pêk tîne.

Your browser doesn’t support HTML5

M_Ali_Ertas_12_9_15_RR