Komîta Netewên Yekbûyî ya lêkolînê bo rewşa Sûriyê, di roja 11 Îlonê de raportek nû di derbarî rewşa Sûriyê de derxist û tê de çend xal li ser rewşa kurdên sûriyê bûn ( Kampa Holê û rewşa Efrînê...)
Dengê Amerîka xwest ku hin hûrbîniyên vê raportê bişopîne û nerînan li ser wê wergire, ji aliyê birêz Hisên Neso, parêzer û endamê Desteya Yasayî ya Kurd û birêz Ekrem Hiso, parêzer û Şîrovekarê siyasî.
Parêzer Hisên dibêje:" Ev raport bi kêmanî derketiye û hin xalên girîng li ser rewşa Efrînê tê de zelal nebûne."
Her wiha jî parêzer Ekrem, rexneyên xwe anî ziman li ser vê raportê û got, ku zaneyariyên di raportê de ne li gora rewşa heyî hatiyê amade kirin, wê çavê xwe li ser hin xalan girtiye û tişt binav ne kirye.
Your browser doesn’t support HTML5