Hikûmeta Malîzyayê îro Înê ragihand ku ewê 10,000 penaberên Rohînga bi rêya programeke birêkûpêk li Tirkîyê werin bicihkirin.
Ev program dê yek ji mezintirîn destpêşxerîyên nûbicihkirinê be ji bo Milismanên Rohînga ji dema êrîşa leşkerî ya li ser wan ve li wîlayeta Raxîn di sala 2017’an de.
Plana ku ji hêla Cîgirê Serokwezîrê Malîzyayê Ehmed Zahid Hemîdî ve hate ragihandin, rojekê piştî ku Dadgeha Dadê ya Navnetewî biryar da ku kuştin û tundûtûjîya seksî ya li dijî xelkê Rohînga ji hêla hêzên ewlehîyê yên Myanmarê ve di 2017’an de wekî jenosîdeke ji hêla dewletê ve hatî piştgirîkirin, hat.
Ehmed Zahid got ku destpêşxerîya bi Tirkîyê re dikare wekî modelekê ji bo ka welat çawa dikarin bi hev re ji bo birêvebirina bicihkirina penaberan bixebitin, xizmetê bike.
"Hikûmet dê bi rayedarên Tirkîyê, UNHCR û ajansên têkildar re bixebite da ku hilbijartina beşdaran, perwerdehî, belgekirin û nûbicihkirinê hevrêz bike. Pêkanîn dê hewcedarîyên pîşesazîyê, razîbûna kesên têkildar û pîvanên navneteweyî yên derbasdar li ber çavan bigire," wî got.
Wezareta Derve ya Tirkîyê hîn tiştek li dor vê yekê negotîye.