Malikî Dixwaze Sunnî û Şîe bi Hev re Nimêjê Bikin

Serokwezîrê Îraqê daxwaz kir ku Şîe û Sunnî li Bexdayê hemû rojên Înî bi hev re nimêjê bikin.

Di daxuyanîyeke nivîskî de roja Yekşemê, Nûrî El Malikî got ku di rastî de armanca nimêja bi komel ew e ku hemû Musilmanan, bi tayîfe û rengên cûda, di mizgeftekê de kom bibin.

Ev daxwaza Serokwezîrê Îraqê di demekê de ye ku êrîşên çekdaran û teqîn li dijî mizgeftên Sunnîyan û Husênîyeyên Şîeyan li dema nivêja rojên Înî zêde dibin.

Bi sedema du teqînand li mizgefteke bajarê Baqûbe roja Înî ya bihurî, bi kêmî ve 41 kes hatin kuştin.