Raport Dibêjin li New York Peqîn Çêbûye, Polîs Vekolînê Dike

Karbidestên ewlekarî li bajarê New York radigihînin ku peqînek li taxa Manhattan qewimî û bi kêmî ve 1 kes birîndar bû.

Polîs herwiha radigihîne ku girêdayî peqînê, 1 kes hate desteser kirin.

Dîdevanekî bûyerê ragihand ku “alaveke din ku dişibe cîhazeke peqînkar” li tunela metro hate girtin û “ji ser wî gelek kablo derdiketin.”

Polîsan piştrast kir ku ew kes hatiye desteser kirin û trenên A, C û E têne vala kirin.