Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku duh Yekşemê Wezîrê Derve Yê Amerîka Marco Rubio bi rêya telefonê li gel hevtayê xwe yê Komara Qubrusê Constantinos Kombos axiftîye. Tommy Pigott, cîgirê peyvdarê sereke ê wezaretê ragihand.
Herdu rêberan li ser operasyonên hevbeş ên Amerîka û Komara Qubrusê dijî madeyên hişbir ên li herêma Karayîban û xwepêşandanên li Îranê gotûbêj kirin.
Herdu wezîr, Rubio û Kombos her wiha li ser karên pêşî yên herdu welatan axivîne, ku Komara Qubrusê serokatîya Konseya Yekîtiya Ewropî ji niha ve, meha Çile heta meha Hezîrana 2026’an de girtîye dest.
Raport didin zanîn ku têkiliyên Amerîka û Komara Qubrusê di serdema desthilatîya Serok Donald Trump de di dema xwe ya herî bihêze de ne.
Girêdayî aloziyên li Îranê raport dibêjin Amerîka bi çendîn welatan re di nava têkilî û gotûbêjan de ye û duh Yekşemê jî Rubio û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û li ser îhtîmala destwerdana Amerîkayê li Îranê axivîbûn.