Wezareta Derve: Rubio Dê Serdana Îtalya û Vatîkanê Bike

Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dê di navbera 6-8ê Gulanê de serdana Îtalyayê bike, li Romayê dê pirsa têkiliyên dualî bi rêberên Îtalyayê û Vatîkanê re gotûbêj bike.

Wezareta Derve di malpera xwe de daxuyanîyek derbarê serdana Rubio weşand û dibêje: Dê bi serokatiya Vatîkanê re bicive da ku rewşa Rojhilata Navîn û berjewendiyên hevbeş li wê herêmê bi giştî gotûbêj bike.

Vatîkanê jî got ku tê çaverêkirin ku papayê Vatîkanê Leo XIV roja Pêncşemê saet 11:30ê sibehê bi dema herêmî bi Rubio re bicive.

Reuters radigihîne ku tê çaverêkirin ku Wezîr Marco Rubio roja Înê bi Serokwezîr Meloni û Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani re bicive.

Berdevkê Wezaretê Thomas “Tommy” Pigott dide zanîn ku Rubio dê bi rayedarên Îtalî re dê li ser berjewendiyên ewlehiya hevbeş û pirsên hevahengiya stratejîk biaxivin.