Mattis: Cudabîrîyên Sîyasî Civata Amerîkî Perçe Dike

Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Jim Mattis îro Çarşemê di niviseke danasîna pirtûka xwe ya nû de hişyarî da ku cudabîrîyên sîyasî civata Amerîkî perçe dike.

“Em gîş dizanin ku em ji rewşa sîyaseta xwe ya vê demê baştir in. Divê rê li partîzanî re neyê dayîn ku ezmûna me tune bike. Wek mirovekî leşker, tiştê ku min ditirsîne ne dijminên derveyî ye, lê perçebûna navxweyî ye,” Mattis di rojnameya The Wall Street Journal de nivîsî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku generalê karkenar berî ku wek protesto ji rêvebirîya Trump veqete jî peyamên wî rengî dida bîragiştî.

Mattis di nivîsa xwe de hinek ronî anî ser mijara karvekişîna xwe û got ku jiber ku nêrînên wî yên derbarê hevalbendan hatin piştguh kirin, ew neçar ma ku karê xwe berde.

“Dema girîngî bi çareserîyên min yên berbiçav û şîretên stratejîk yên taybetî di warê zindîhiştina bawerîya hevalbendan de, nehat dayîn bo min dema karberdanê hatibû. Tevî ku min jibo parastina Qanûna Bingehîn ya welatê me, bi şabûneke mezin xizmeta gelê xwe dikir, min dest ji kar berda.”

Mattis, demeke kurt piştî daxuyanîya serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna ji Sûrîyê, karê xwe berdabû.

Mattis gotibû ku ew biryar xiyanetkirina Kurdên Sûrîyê ne ku di erê dijî DAIŞê de hevalbendên Amerîka ne.

Hêjayî gotinê ye ku pirtûka Mattis ya bi navê “Call Sign Chaos: Learning to Lead” li ber e, di 3’yê Îlonê de derkeve.