Tom Barrack Derabrê Tevlîbûna HSD'ê ya Dewleta Sûrî: "Bûyerek Dîrokî Jêhatî" Ye

Balyoz Tom Barrack

Dîlomatê Amerîkayê Tom Barrack, nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê, pêşwaziya tevlîbûna hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD)ê bi saziyên dewleta Sûriyeyê re kir û ev gav wekî “dîrokî” binav kir.

Tom Barrack roja Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, di platforma “X”ê de ragihand ku plana domdar a Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn bûye sedema ku derfet ji bo avakirina Sûrîyeke yekgirtî ya ji bo hemûyan çêbibe.

Wî got: “Rêberiya dûrîbîn a Serok Trump rê li ber tevlîbûna rêkûpêk a HSD’ê bi saziyên dewleta Sûriyeyê re vekir; ev jî cudahiyên berê veguherandin hevkariyeke domdar.”

Barrack herwiha got ku nasîna mafên zimanê Kurdî di pêvajoya perwerdehiyê de û dayîna pileyên girîng ji bo Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di hundirê hukûmeta Sûriyeyê de, rêzgirtine ji rêberî û fedakariya gelê Kurd û ji rola wan a avaker di parastina aramîya herêmê de ye.

Di dawiya peyama xwe de, Tom Barrack tekez kir ku ev modela rastîn a tevlîbûnê ye û got: “Ev ne pêvajoyeke serketî yan windaker nîşan dide, belkî gihîştina çareseriyeke dîplomatîk e ji bo xurtkirina serweriya dewletek yekgirtî.”

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro Sêşemê hilweşandina HSD'ê, Rêveberîya Xweser, hemû hêzên leşkerî û sivîl ên girêdayî wê, û tevlêbûna wan a tevahî bi sazîyên dewletê re ragihand.