Mesrur Barzanî Dibêje Biryara Dadgeha Federal ya Ser Neftê Sîyasî Ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrur Barzanî îro Sêşemê ragihand ku ew biryara dadgeha federal ya ser kiryarên herêmê yên bo gaz û neftê red dikin.

Barzanî da zanîn ku biryara dadgeha federal ne li gor qanûna bingehîn e û sîyasî ye.

Dadgeha federal ya Îraqê dîyar kir ku yasaya ser gaz û neftê ya Herêma Kurdistanê dijî qanûna bingehîn e û ji karbidestên ji Kurd xwest ku jêderên petrola xam radest bikin.