Çavdêr û Rojnamevan ji bajarê Amûdê yê Rojava dibêjin, li gor pîvan û şopandinên wan di torên medya civakî de li Sûrîyê bi giştî û li herêmê bi taybetî "Gotara Kîn û Nefretê" zêde û berbilav bûye.
Rojanmevan Mehsûm Mihemed gote Dengê Amerîka li gor mijarên li ser torên medya civakî tên weşandin, ew têbînî didkin ku dibe tenê yek belavok yan mijarên ser Facebookê û torên din "daxwaza birayetî û aştîyê dikin", wekî din 99 ji wan jî gişt nehezî, nefret, kîn û tayfgerîyê piştgirî dikin."
Mehsûm dibêje ku ew her tim di nava hewildanan de ne ji bo ku hin kesan aram bikin û şîretan didin wan kesên ku karên nehezîyê belav dikin ku civakê berdidin hev.
Ji ber nebûn pîvanên jêhatî û kontrolkirina bi rêya yasayan, gelek kes dibêjin êdî wan biryar daye ku xwe dûrî torên medya civakî ragirin ji ber ku post û mijarên tên weşandin ewqas bê aramîyê çê dikin êdî bûye sedema têkçûna rewşa wan a derûnî.
Ji ber dijberî û nakokiîyên siyasî di navbera alîyên Sûrî de, weha bûye ku çalakvanên civaka sivîl sazî çêkirine da ku bibin alîkar ku gotara nefretê were sînordarkirin.
Arya Hacî çalakvan li herêmê dibêje, roleke mezin a civaka sivîl û rojnamevanên rastîn heye ji bo sivikkirin yan jî sînordarkirina gotara kîn û nefretê.
Arya dibêje, heta ku civaka sivîl çend çalak be jî karê wan naçe serî heta ku yasayên taybet ji bo kontrolkirina pirsgirêkê dernekevin û neyên sazkirin.
ji bo agahîyên bêhtir raporta Delîl Silêman bibîne.
Your browser doesn’t support HTML5
Zêdebûna Gotara Nefretê di Torên Medya Civakî de