Medyaya Tirkî: Îsraîl Tazmînata Diravî Dide Xizmên Bizavkarên Tirk

Medyaya Tirkî: Îsraîl Tazmînata Diravî Dide Xizmên Bizavkarên Tirk

Medyaya Tirkî radigîne, Îsraîl xebatê dike ku tazmînata diravî bide xizmên neh bizavkarên Tirk, ku di dema êrîşa Îsraîlê ye hemberî keştîyeke Tirkîye de hatibûn kuştin.

Keştîya Tirkîye bi armanca şikandina dorpêça aborîya hemberî Fîlîstînîyan ber bi Kerta Gazayê ve diçû.

Medyaya Tirkî her wiha radigîhîne, karbidestên Îsraîlî ligel karbidestên Tirk dixebitin li ser vê babetê.

Lê, ajansa nûçeyan ya Reuters ji zarê karbidestekî Îsraîlî ku nexwestîye navê xwe eşkere bike radigihîne, biryara Îsraîlê de girêdayî alîkarîya Tirkîyê be.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan daxwaz ji Îsralî kiribû ku lêborîna xwe pêşkêş bike û tazmînata diravî bide.