Meşek li Dijî Tûnditûjîyan li Hemberê jinan li Diyarbekirê

Meşek li Dijî Tûnditûjîyan li Hemberê jinan li Diyarbekirê

Ji bo “25’ê Mijdarê ku Roja Tekoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tûnditûjîya Li Hemberê Jinê ye” li Diyarbekirê bi pêşengiyaTevgera Jinên Azad û Demokratîk DOKH’ê meşekî hat lidarxistin. Meşa ku bi banga têkoşîna li dijî tûndîyê hate kirin, bi beşdariya bi sedan jinan û bi nûnerên saziyên jinan ve pêk hat.

Di destpêka meşê de polêsan ji, bo rê li ber meşê bigrin bi panzêran rêyan girtin. Ji ber vê yekê jinan li serê kolana Ekincilera taxa Ofîsê bizava rûniştinê dan destpêkirin. Piştî hevdîtinên nunerên jinan û polêsan berê rêya meşê hat guhertin û jin meşiyan heta Sümerpark’ê. Di meşê de pankartên "Jin jiyan azadî","Xizanî bêparî ye”, "Ji zeeawaca bi zaroktî re êdî bes e!” "Ziman beden e, çand beden e erdnîgarî beden e dest nede bedena min","Em jin in neçar nîn in", hatin hilgirtin.

Piştî meşê, li Sumerparkê, Rêvebira TZP Kurdî Laleş Bîçîmlî li ser navê DOKH’ê daxuyanîyekî xwend. Bîçîmlî di daxûyanîyê de li ser wateya rojê rawestîya. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 50 sal berê li Komara Domînikê sê xwişk li hemberê dîktatorîyê tekoşîn didin û bi vê mebestê tên kuştin. Di sala 1999’an de di Cıvata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Ji bo boneya bîranîna xwişkên Mîrabel, ev roj weke Roja Tekoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tûnditûjîya Li Hemberê Jinê tê îlan kirin.

Laleş Bîçîmlî da zanîn ku ev 50 salin ku li ser kuştinên xuşkên Mîrabelan da derbas bune lê hê jî ji bo jinan tu guhertin çênebune. B^çimlî destnîşan kir ku jin ji berê zêdetir tên kuştin, rastê tundiyê û tecawuzan tên. Birêz Bîçîmlî îddîa kir ku îşkenceya zayendî polîtîkayeka dewletê ye û ji % 90’ê jinên ku tên revandin û tecawizkirin jî, jinên kurd in.

Rêvebira TZP Kurdî Laleş Biçimlî hikumeta AKP weke nunerê zîhnîyeta nîjadperestî û qedexeyan binav kir û “jiber ku em xwedî li zimanê xwe derdikevin em rastî tûndîyên bedenî, gîyanî û aborî tên. Sedemkarê van geşedanan jî hikumeta AKP ye.”

Birêz Bîçîmlî di dewamîya daxuyanîyê de destnîşan kir ku di qanûnan de jî mafên jinan pir zêde nayê parsatin û kiryarên tundiyan weke tecawuz û kuştinan bi cezayê sivik xelas dibin. Birêz Bîçîmlî ji bûyerên tecawuzan mînakan da û got “ divê neyê jibîrkirin ku çarçoveya tecawuzê her ku diçe berfirehtir dibe, ji bedenê wêdetir, êdî derbasê qadên ziman û çandê jî dibe.

Bîçîmlî got ku mebesta wan ewe ku feraseta jinê sererast bikin, li hember van neyênîyan jinê hînê berxwedan û bertekdanê bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de Laleş Bîçîmlî dexwazên jinan weha birêz kir “ em dixwazin ku Qanuna Cezayî Ya Tirkan bi lezgînî hinek qanûnên taybet û bikêrahtî amade bike, bi, destê qanûnê tûndîya li hemberê jinê asteng bike û jinkujîyê bike nava cînayetên giran. “

Xecîcan Farqîn