Siyasetvanê Navdar Mehdî Zana Koça Dawî Kir

Siyasetvanê Kurd ê navdar Mehdî Zana îro Şemîyê piştî nexweşîyeke giran koça dawî kir.

Zana, şaredarê berê yê Amedê û hevjînê siyasetvana navdar Leyla Zana, dê li bajarê Amedê were veşartin, li gor raportan.

Siyasetvanê Kurd sala 1940'î li navçeya Farqînê ya ser bi Amedê ve ji dayik bûbû. Ew di dawîya salên 1970'î de şaredarê bajarê Amedê bû.

Piranîya jiyana xwe di warê xebata Kurdewarîyê û karê siyasî de qedand. Ew gelek caran ji ber xebata xwe ketibû zindanên Tirkîyê. Bi giştî wî 16 sal ji jiyana xwe di zindanan de qedandin.

Ji bilî karê siyasî, Mehdî Zana herwiha hejmareke pirtûk nivîsîn.