Navenda Berevanîya Gumruk û Sînorê Meksîko ragihand ku meha borî 29000 koçberên xwestine bi awayekî neqanûnî derbazî Amerîka bibin hatine desteser kirin.
Li gor daxuyanîya karbidestên Meksîko, ew hejmar di Berfanbarê de 32857 bû û di Mijdarê de jî 32514.
Dane nîşan didin ku piranîya wan koçberan ji Honduras, El Salvador û Guatemala ne.
Koçberên ji welatên Amerîka Navîn bi rê dikevin hewil didin ku di ser Guatemala û Meksîko re derbazî Amerîka bibin.
Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ger Meksîko û welatên Amerîka Navîn rê li ber koçberan negirin ewê dijî wan cezayên aborî ragihîne.
Amerîka û Meksîko, di meha Hezîranê de piştî danûstandinên sê rojan li ser peymanekê li hev kiribûn.
Li gor peymanê, Meksîko tedbîrên li sînor tundtir kiribû û Amerîka jî bacên gumrukê zêde nekiribû.