Îro li Amerîka Roja Leşkerên Congorî (Memorial Day) e û jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine, tên bi bîranîn.
Di vê roja bêhnvedana federalî de, ku ji sala 1918'an vir ve tê pîroz kirin, gelek bernameyên taybet tên darxistin û bi firehî qala fêdakarîya jin û mêrên Amerîkî tên kirin.
Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bi belaşî û yan jî buhayekî erzan xizmet didin malbatên leşkerên cangorî û gazîyên Amerîkî.
Serokê Amerîka Joe Biden jî îro li ber e beşdarîya merasîma bîranînê ya li Goristana Netewî ya Arlingtonê bike û kulîk dîne ser gorên leşkerên cangorî.
Hêjayî bîrxistinê ye ku lawê Biden Beau ku 8 sal berê ji pênceşerê miribû, leşkerekî dêrîn bû.
Di vê roja taybet de gelek Amerîkî diçin ser goristan û xalên bîranîna cangorîyên şerên berê û kulîlk datînin ser gorên wan.
Memorial Day li Amerîka herwiha wek destpêka demsala havînê jî tî dîtin û di vê rojê de malbat dicivin û bi hevre diçin seyranan.