Amerîka Roja Bîranînê ya Leşkerên Cangorî Pîroz Dike

Roja Bîranînê

Îro Duşemê 25ê Gulanê, 2026an, li Amerîkayê Roja Bîranînê ya Leşkerên Cangorî (Memorial Day) ye ku tê de jin û mêrên Amerîkî di xizmeta leşkerîyê de jiyana xwe ji dest dane yan xizmet kirine, tên bi bîranîn.

Serê sibeya Duşemê Serokê Amerîkayê Donald Trump, di Truth Social de, ser vê bîranînê peyamek weşand û got " Roja Bîranînê li hemûyan pîroz be. " Trump herwiha bal kişand ser fedakarîya leşkerên jin û mêr ên Amerîkî ku ji bo parastina Amerîka û nirxên Amerîkayê canê xwe feda kirine.

Trump got," Xwedê wan kesên ku fedakarîya herî mezin kirine biparêze. Ez ji we hemûyan hez dikim!"

Li gor plana merasîmên pîrozbahîya vê bîranîna giring Serok Donald Trump dê li goristana Niştîmanî ya Arlington destegulan li ser gora "Leşker winda" deyne, ku simbola wan leşker û serbaza ne, yên ku ji bo beravnîya Amerîkayê di şeran de canê xwe ji dest dane.

Yekem Roja Bîranînê di 30ê Gulana 1868an de bû, dema ku ji hêla John A. Logan ve, ku generalekî berê yê Artêşa Yekîtîyê bû ku rêberîya rêxistineke Cengewerên Dêrîn dikir, hate ragihandin. Armanc ew bû ku rêz li wan kesan were girtin ku di Şerê Navxweyî yê Amerîkayê de ji bo parastina Yekîtîyê şer kirine.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Roja Bîranînê ji bo rêzgirtina li hemû Amerîkîyên ku di şer de mirine hate pêşwazîkirin.

Amerîka, di piranîya dîroka xwe de di aramîyê de bû. Lê ji sala 1775an ve, zêdetirî milyonek leşker, pîlot û deryavanan ji bo welatê xwe canê xwe feda kirine.

Şerê herî xwînî û wêranker di dîroka Amerîkayê de Şerê Navxweyî bû, ku tê de nêzîkî 600,000 Amerîkî hatin kuştin. Ev hejmara qurbanîyên neçaverêkirî bû sedema avakirina goristana Niştîmanî ya yekem li Arlington, Virginia.

Îro Duşemê li seranserî Amerîkayê û li hemû wîlayetan bêhinvedan e. Ev roja girîng "Roja Bîrananê" bi merasîm û çalakîyên pirrengî tê pêşwazîkirin, heta ku bazar û pêşangehên otombîlan û hemî cihên firotinênirxên kelûpelên xwe erzan dikin, ji bo ku welatîyan kêfxweş bikin.