Di yarîya dawî ya Cama Cîhanî de ku roja Yekşembî dê li stadyuma New York New Jersey be, dê çavên kamîreyan liser yarîzanê efsanewî yê Arjentînê Lionel Messi û stîrkê nû yê tîma Spanya Lamine Yamal bin.
Herdû yarîzan karekterên serekî in di tîmên welatê xwe u herdu bi Barşelona yê ve grêdayîne. Yekemîn hevnasîna Wan berî nozde salan bû ku wê demê Messi di jiyê 19 salî bu û Yamal şeş mehî.
Di sala 2007an de wêneya Messi yê gênc ku wê çaxê çarenivînê ew ber bi qonaxa yek ji yarîzanên herî serkeftî yên cîhanê ve bir, li odeya guherandina cilan a stadyumê derket ku pêçulka Lamine liber milê xwe girtibu û serê wî dişûşt. Malbata Lamine hatibûne bernameyeka ku ji alîyê xêrxwaz, dezgehên nehikûmî û endamên yekîtîya berşelona ve hatbû rêkxistin.
Ew wêne di sala 2024an de ji alîyê bavê Lamine liser tora medyayî ya Instagramê hat belavkirin û li ser hatibû nivîsandin: Destpêka du efsaneyan. Û bi vî rengî dengvedaneke mazin da.
Ger bêt û Messi û tîma xwe xelata qehremanî ya cama cîhanî bibin dê biser hevrikê xwe Diego Maradona bikeve yê ku li sala 1986 li Meksîkê bo xwedîyê xelata cama cîhanî .
Messî qet çaverê nedkir ku dê rojekê ligel ew kesê wî bi zaroktî dîtîye dê li meydana topê wekî du stêrkan bersînga hev bilîzin.
Yamalê 19ê salî niha hêvî ya tîma Spanyayê ye. Ew li her heft yarîyên cama cîhanî ku ji alîyê tîma wî ve hatine lîstin beşdar bû û di yarîya 21ê maha 6an de bi golekê ji Erebistana Siûdî serkeftin bo tîma xwe tomar kir.
Herçendî Yamal bi temen biçûk e lê belê xwedî şarezayî û serboreke bêhevber e. Ew di temenê15 salî de yek ji gênctirîn yarîzanên Yekîtîya Barşelonayê hate hesibandin.
Messi ji bo tîma Berşelona 36 xelatên qehremanîya cîhanî wergirtin, ji wan 10 yên qehremanîya lîgaya Spanî û 4 ên qehremanîya Ewropî bûn.