Zuckerberg Dibêje Navê Nû ya Kompanîya Wî Meta Ye

CEO'yê Facebookê Mark Zuckerberg îro ragihand ku ew navê kompanîya xwe diguherînin û dikin Meta.

“Em kompanîyek in ku teknolojîyê diafîrîne. Emê bi hevre mirovan têxin navenda teknolojîya xwe û dîsa emê bi hevre rê li ber ekonomîyeke mezin ya avaker vekin da ku nîşan bide em kî ne û em hêvî dikin ku çi ava bikin,” Zuckerberg got.

Tevî ku nave kompanîya ku Facrebook beşeke wê ye tê guhertin jî nave tora civakî ya Facebook wek xwe dimêne.