Di Peqîna Metroya St. Petersburg de bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene

Karbidestên Rûsî dibêjin ku di peqîneke de bi kêmî ve 9 kes li îstasyoneke metro ya bajarê St. Petersburg hatine kuştin, 50 kesên din jî birîndar bûn.

Medya Rûsî ragihand ku peqîn li îstasyona Qada Sennaya ya li navenda bajêr qewimî.

Komîteya antî-terorê ya Rûsî dide zanîn ku bombeyeke din li heman metroyê hate bêbandor kirin û jiber rewşa heyî hemî mero hatiye daxistin.

Serokê Rûsî Vladimir Putin got ku vekolîna peqînê didome û ew, terorîzm jî nav de, li ser hemî îhtîmalan disekinin. Wî sersaxî ji malbatên kesên kuştî û birîndarkirî re xwest.

Hêjayî balkşandinê ye ku Serokê Rûsî Vladimir Putin îro giheştibû St. Petersburg ku di foruma salanê ya medya de gotarekê pêşkêş bike.