Îspanya: Di Pêla Nû ya Koçberên Mexribê de 72 Kes Mirin

Îspanya - Herêma Sebte (Ceuta)

Îspanyayê roja Yekşemê ragihand ku hejmara nû ya koçberên mirî ku ji hêla rayedarên herêmî ve li Sebte (Ceuta) hatîye piştrastkirin gihîştiye 72 kesan.

Li gor desthilatdarên Îspanyayê, piranîya koçberên ku derbas bûbûn nêzîkî 60,000 kesên ku xwe gihandibûn bajarê Sebte, vegerîyane Fasê.

Nûnerê hikûmetê li Sebte, Miguel Angel Perez Triano, ji rojnamevanan re derbarê hejmara mirîyan ji ber derbasbûna herî mezin a girseyî ya li herêmê got: "Hejmara nû û herî dawî ya mirîyan 72 kes in." Berê di raportêkê de hatibû ragihandin ku 67 kes mirine.

Roja Yekşemê, polîs û hêzên ewlehîyê yên Îpanyayê li kolanên Sebte gerîyan û da zanîn ku rewş li bajêr normal bûye.

Polîsan got ku tenê komên biçûk ên koçberan li bajêr dihatin dîtin, piştî ku piranîya kesên ku bi dilxwazî ji dîwarê sînor derbas bûn di nav 48 demjimêran de vegerîyan Fasê li Mexribê.

Pêla herî mezin a koçberîyê ya ji Mexrîb ber bi Îpanyayê ve krîzeke navneteweyî derxistiye holê.

Îspanya ji ber siyasetên xwe yên koçberîyê ji hêla hevkarên wê yên Ewrupî û Amerîkayê ve bi tundî tê rexnekirin.

Yekîtîya Ewrupayê duh Şemîyê ragihand ku wezîrên navxweyî dê roja Sêşemê bi rêya onlayn vîdyokonferansekê lidar bixin, piştî nameyeke vekirî ya hevbeş ji 22 welatên endam ku daxwaza civînê dikir da ku li ser bersiveke bilez û hevrêz li hev bikin û rê li ber derbasbûnên bêkontrol yên koçberan bigirin.