Mezintirîn Gropa Rikebera Urdunê li Dijî Serokwezîrê Nû e

Mezintirîn Gropa Rikebera Urdunê li Dijî Serokwezîrê Nû e

Mezintirîn gropa opozisyona Urdunê roja Çarşembiyê li dijberî serokwezîrê nûyê Şah Ebdullah destnîşan kirî xwenîşandan birêve bir, li demekê de wî rêberî destkiriye bi pêkanîna kabîneyek nû.

Pitirî sed endamên Beroka Kiryara Îslamî naskirî bi IAF û hevalbendên wê roja Çarşembiyê li dervey ofîsa serokwezîrê rasipartî Marouf al-Bakhît xwenîşandan kirin. xwenîşanderan gotin bi rêz Bakhît kesek hejî nebûye bo hindê rîformên siyasî pêkbînit.

Ajansa dengûbasên Associated Press dibêjit ku IAf, ya tayê siyasî ya Êxwan al-Muslimîne, daxaz ji bi rêz Bakhît kirin ku xwe vekêşit.

Hevdem, bi rêz Bakhît dest kiriye bi raguherîn û şivirdariyê bo pêkanîna hikûmetek nû, rojekê piştî ew ji layê Şah Ebdullah ve hate rasipartin.

Şah Ebdullah roja Sêşembiyê hikûmeta xwe hilweşand piştî çend heftiyên xwenîşandanên giştî bo pêkanîna rîformên siyasî.