Mazlum Kobanî: Peymana Agirbestê Tenê Bo Herêma Navbera Serêkaniyê Û Girêspî Ye

Fermandarê HSDê Mazlum Kobanî

Nûçegihanê Dengê Amerîka Zana Omer ji bajarê Qamîşlo da zanîn ku Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî di daxûyaniyek taybet de da zanîn ku wan peymana agirbestê ya Amerîka bi Tirkîyê re erê kirîye.

Kobanî daye eşkere kirin ku ew lihevhatina di navbera şanda Amerîka û Tirkiyê de ya derbarê şer rawestandinê tenê bo herêma di navbera Girêspî û Serêkaniyê de ye.
‘’Ew agirbest encama berxwedana Kurd, Ereb û Sûrîyan û zexta raya giçtî ya ya navnetewî pêk hatîye’’ Kobanî got.

Wî got ku ew rêkeftin bo 100 kîlometre ya di navbera Resulayn û Til Abyad de hatiye çêkirin.
Mazlum Kobanî dîyar kir ku divê bo herêmên din jî danûstandinên agirbestê werin kirin, lê li ti herêmê guherîna demografîf çênebe.

Your browser doesn’t support HTML5

Zana Omer 17 10 2019