Roja Pêncşemê 26ê Mijdarê, civîna dawî ya salê ya Encûmena Ewlekarî ya Neteweyî (MGK) ya Tirkîyê bidawî bû.
MGK bi rêberîya serkomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan kom bû û civînê 2 saet 20 deqîqe ajot.
Piştî civînê bi daxunîyeke nivîskê hat gotin ku ser pêvajoya aştîyê, ku hikûmet bo wê dibêje prosesa Tirkîye Bêteror, danûstandin çêbûne.
Di daxuyanîya MGK de ser piştrastkirina çekberdana Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ti gotinê cîh negirt.
Medyaya Tirkîyê di rojên dawî de dîyar dikir ku wê MGK biryara destekdayînê di civîna dawî de bide.
Jêderên nêzî desthilatê dibêjin dibe ku berîya dawîya salê di civîneke awarte ya MGK’ê de biryara destkedayînê were ragihandin.
Civînên MGK’ê du mehan carê çêdibin.
Heyeta Îmraliyê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî ji 13’ê Îlonê vir ve cara pêşî 22’yê Mijdarê serdana Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.
Endamên heyetê duh Çarşemê bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re civîyan.
Erdogan di rojên borî de piştî civîna kabîneyê dîyar kiribû ku ji qadê nûçeyên xweş digihîjin wan.
Wî gotibû ku li Xakurkê 14 şikeft hatine valakirin û dabû zanîn ku nêzî tevahîya şikeftên li herêmên Xakurk, Zap û Metîna hatine valakirin.
Bi gotinên Erdogan hêvîyên ser pêşveçûna pêvajoyê xurt bûbûn.
Serokomarê welêt gava hewce bibîne dikare MGK’yê bi awayekî awarte bicivîne.