MGK'ê Piştrastkirina Hilweşîn û Çekberdana PKK’ê Ranegihand

Dîmenek ji civîna Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkîyê (MGK), 230'ê Îlona 2026'an.

Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkîyê (MGK), piştî civîna xwe ya roja Çarşemê ragihand ku gavên di çarçoveya armancên “Tirkîye ya bêteror” û “Herêma bêteror” de hatine avêtin û pêşketinên navneteweyî hatine nirxandin.

MGK’ê ragihand ku hewlên jibo ewlekarîya Tirkîyê û herêmê, herwiha aramî û bextewarîya welatên cîran, ewê bi biryardarî berdewam bikin.

MGk ku her du mehan carê dicive, bi rêberîya serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Çarşemê 30ê Îlonê li Enqerê kom bû û civîn jibo zêdetirî 3.5 seatan berdewam kir.

Li gor daxuyanîyek ku serokkarîmarîya Tirkîyê ragihandîye, di civîna MGK’de 8 xalên sereke hatine qotûbêj kirin.

Di daxuyanîya nivîskî de, ser pîtrastkirina hîlweşîn û çekberdana Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ti biryarek yan nirxandînek nehat dîyar kirin. Lê wiha hat gotin:

“Di derbarê çalakîyên li hundir û derveyî welêt agahî hatîye pêşkeşkirinê Civatê, çalakîyên ku dijî her cure gef û xeterîyên li hember yekîtî, hevgirtin û hebûna me ya neteweyî bi vîn, bi biryardarî û serketinî tên meşandin, û herwiha ser pêşketinên navneteweyî jî.”

Di daxuyanîya MGK’de li ser planameya gavên din an xebata komîsyonan yên têkildarî pêvajoyê ti agahî yan biryar nehatin eşkere kirin.

Lê, MGK’ê ragihand ku hewlên jibo ewlekarîya Tirkîyê û herêmê, herwiha aramî û bextewarîya welatên cîran, ewê bi biryardarî berdewam bikin.

“Gavên ku ber bi armancên ‘Tirkîye ya bê teror’ û ‘Herêma bêteror’ ve hatine avêtin û pêşketinên di vê rêyê de hatine nirxandin.

Sûrîye û Îraq

Derbarê Sûrîyê de, MGK’ê ragihand ku xurtkirina yekîtî û yekparçeyîya Sûrîyê, bi xurtkirîna serwerîya dewletê li seranserê welêt û pêşketinên erênî yên têkildarî pêvajoya entegrasyona bi Hêzên Syrîa Demokratîk (HSD)ê re hatine nirxandin.

“Hat destnîşankirin ku piştgirîya me ya ji gelê Sûrîyê re, jibo nûve avakirina welatê wan û xurtkirina têkilîyên wan bi civaka navneteweyî re, wê bidome.”

Li ser Îraqê jî Civatê got ku, aramî û ewlehîya wî welatî jibo tevahîya heremê girîng e.

“Hewlên hikûmeta Îraqê yên jibo xurtkirina serwerîya dewletê li seranserê welêt bi erênî hatin pêşwazîkirin û vîna me ya pêşxistina hevkarîya stratejîk bi Îraqê re hat piştrast kirin.”

Jibo danûstandin û agirbestê bang li Amerîka û Îranê hat kirin

MGK’ê di xala 5’an de got ku şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re, bi berdewamîya pevçûnan, bêaramîya herêmê kûrtir dike. Civatê banga li alîyan kir ku ew vegerin danûstandinan û dawî li şer bînin.

Civatê herwiha rêvebirîya Îsraîlê bi îdîaya berdewamkiirna êrîşên li Xezayê û Lubnanê rexne kir.

Di mijara şerê Rûsya û Ukrayna de, MGK’ê bandorên êrîşên li binesaziyên sivîl û rêyên keştivanîyê nirxand û bang li alîyan kir ku agirbestekê çê bikin.

Derbarê Yemenê de jî, civatê hişyarî da, ku zêdebûna alozîyê xeterîyên ewlehiya herêmê zêde dike û xwest ku aramî demûdest bi encam bibe.