Siyasetvan Mişel Temo Hate Kuştin

Siyasetvan Mişel Temo Hate Kuştin

Roja înî li Qamîşlo rêberê Şepola Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê Mişel Temo hat kuştin.

Di hevpeyvînekê de digel Moteber Şirwanî ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, rêzdar Hesen Salih cêgirê sekreterê partîya Yêketiya Kurd li Sûriya ji Qamîşlo got, rêberê Şepola Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê Mişel Temo Îro li Qamîşlo hate kuştin.

Rêzdar Hesen Salih dibêje, Marsêl kurê rêzdar Temo jî brîndar e. Rêzdar Temo di 2ê' Hezêrana 2011'ê de ji zindanê hatibû berdan. Ew li 11'ê Gulana 2009'ê de hatibû girtin û piştre sê sal û nîv zindan bo hatibûn birîn.

Bo guhdarî kirina wê hevpeyvînê li ser fayla dengî kilîk bike.