Şandeke Kurdên Sûrî li Kurdistana Îraqê ye

Şandeke partîyên Kurdî li Sûrîyê serdana Kurdistana Îraqê dikin jibo encamdana gotûbêjan li ser rewşa Sûrîyê û têkelîyên navbera herdu alîyan.

Sekretêrê Partîya Çep a Kurdî li Sûrîyê Mihemedê Mûsê, ku endam e di wê şandê de, gote Dengê Amerîka ku armanc di serdana wan de bo Kurdistana Îraqê encamdana giftûgoyan e bi hêzên Kurdistanî re derbarê rewşa Sûrîyê.

Birêz Mihemedê Mûsê herwhia dibêje ku em dixwazin mifayê ji tecrûba Kurdistana Îraqê bibînin û em hêvîya piştgîrîyê ji wan dikin.

Sekretêrê Partîya Çep got ku hêvîya me ne bitenê piştgîrîya sîyasî ye, lê belê piştgîrîya medyayî û piştgîrîya mirovatî jî.

Birêz Mihemed herwiha got ku genc û xortên me li Kurdistana Îraqê hatin tedrîb kirin, lê belê heta nuha derbasî rojavayê Kurdistanê nebûne.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Mihemedê Mûsê re