Hejmara Kuştîyên Êrîşa Minbicê Giheşt 20 Kesan

Serokomarîyê Sûrîyê îro Duşemê ragihand ku li Minbic ya li bakurê welêt bi maşîneyeke bombebarkirî êrîşek li dar ketiye.

Li gor ragihandina serokomarîyê di êrîşê de bi kêmî ve 20 kes hatine kuştin ku ew ji ketina Beşar Esad vir ve, ku meha Berfanbarê ji desthilatê hatibû gêr kirin, êrîşa herî kujer e.

Serokomarîyê di daxuyanîyê de ser êrîşê got ku ‘’kiryareke terorî’’ ye û dîyar kir ku ewê berpirs cezayên herî giran bistînin.

Berpirsîya êrîşa li Minbicê, ku ji sînorê Tirkîyê bi qasî 30 kîlometreyan dûr e, hîn ti rêxistinê negirtiye ser xwe.

Agahîyên pêşî yên jêderên hêrêmî nîşan didan ku di êrîşê de 14 jin hatine kuştin.

Karbidestekî berevanîya sîvîl ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku qurbanîyên êrîşê karkerên çandinîyê ne û dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir bibe.

Minbic di 13 salên şerê navxweyî yê Sûrîyê de gelek caran ket destê alîyên cuda.

Ew bajar herî dawî meha Berfanbarê ji alîyê komên bi piştgirîya Tirkîyê ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka hat sitandin.

Medyaya dewleta Sûrîyê, SANA ragihand ku roja Şemîyê jî li Minbicê bi maşîneyeke bombebarkirî 4 sîvîl hatine kuştin û di êrîşê de hin ji wan zarok 9 kes birîndar bûne.

Jêder: Reuters