Du Rojnamevanên Kurd Encama Peqîne Mayinekê li Minbicê Birîndar Bûn

Du rojnamevanên Kurd, Mistefa Mihemed ê Ronahî TV û Kendal Cûdî yê ajansa Hawar (ANHA) di encama peqîna maynekê de roja Çarşemê li bajarê Minbicê birîndar bûn.

Mihemed jiber birînên wî yên giran ji bajarê Qamişlo re hatine veguhastin ku were derman kirin. Cûdî jî niha li Kobanê ye û dermankirina wî berdewam e.

Serokê Yekîtîya Ragihandina Azad (YRA) Ekrem Berekat ji Dengê Amerîka re da zanîn ku Mihemed her du lingên xwe hinda kirin.

Berekat bang li hemû rojanmevanan, taybetî jî yên ku li enîya şer in, kir ku hişyar bin û tedbîrên ewlekarî û parastinê li paşguh nekin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_Minbic_Rojnamevan