Misirî Roja Hêrsbûnê bi Xwepêşandanên Nû Bibîr Tînin

Xwenîşandarên li Meydana Tahrîrê

Bizavkarên Misirî roja Înê li Meydana Tahrîrê ya paytaxt Qahîrê kom dibin, li vê demê ku salvegera duyê ya gêrbûna Serokê berê Husnî Mubarek ya ji desthilatê nêzîk dibe.

Dema komên biçûk yên xwenîşandêran ji roja Çarşemê vir ve, li meydanê radikevin, girseyên mezin yên xwenîşandêrên din jî bona pirozkirina salvegerê diherikin kûçe û kolanan û hinêkên din jî daxwaza dawîbûna desthilata leşkerî dikin.

Xwepêşandanên Înê ji alîyê gelek kesan ve wekî “Îna Duyê ya Hêrsbûnê” tê binav kirin û berxwedana 18 rojî ya sala borî tê bibîr anîn.

Tê çaverê kirin, herî kêm 27 grubên demokrasîxwaz di xwepêşandanê de cîh bigirin. Gelek xwenêşandêrên mîna Mihemed Gerişa demûdest daxwaza dawîbûna desthilata leşkerî û veguhastina desthilatê ji hikûmeteke sîvîl re dikin.