Pîrozbahîya 1'ê Îlonê li Dîyarbekirê

Pîrozbahîya 1'ê Îlonê li Dîyarbekirê

Pîrozbahîyên 1’ê Îlonê Roja Aştîya Cîhanê li Tirkîyê di bin sîya operasyonên leşkerî û pevçûnan de derbaz bûn.

Mîtînga Aştîyê li Dîyarbekirê dîya serhildayeke PKK’ê û bavê leşkerekî ku li leşkerîyê hatibû kuştin, axivîn û bang li karbidestan kirin da ku êdî xwînê rawestînin.

Parlameneterê BDP’ê yê Muş’ê Demîr Çelîk destnîşan kir ku doza gelê Kurd dozeke pîroz e ku divê teslîmê destê zalîman nebe.

Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî got ku ji serhildana Şêx Saîd û vir ve tiştên ku hatine serê Kurdan, ger bihata serê Tirkan, hîngê ew jî li hemberî neheqîyan wê derketina serê çîyan.

Parlamentera Sêrtê Gulten Kişanak jî dîyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de Abdullah Ocalan aktorekî bi hêz e û dikare şer rawestîne, lê serokwezîr bi polîtîkayên tecrîdê şer geştir dike.

Piştî mîtingê di navbera gel û polêsan de pevçûn derket û polîsan, bi bombeyên gazê mudaxale kirin.

Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandana li Stenbol û Bursayê jî di navbera xwepêşanderên Kurd û polîsan de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de bi dehan kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin girtin.

Wêne: Hatice Kamer VOA Kurdish Service